Serokomarê nû yê Fransa Emmanuel Macron xwest ku rewşa awarte ya ku li welatê wî didome heta 1'ê Mijdarê were dirêj kirin.
Piştî êrîşa terorî ya li Brîtanya, karbidestên Fransî bo tedbîrên li dijî terorê kom bûn. Civata Ewlekarîya Neteweyî bi seroktîya Macron li Qesra Elysee civîya.
Civatê, piştî civînê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Macron daxwaza dirêjkirina rewşa awarte ya ku di 15'ê Tîrmehê de bi dawî dibe kiriye û ewê bo xurtkirina qanûna ser têkoşîna li dijî terorê jî bernivîsek were amade kirin.
Piştî êrîşên ku di 6'ê Mijdara 2015'an de li 6 navendên Parîsê li dar ketibûn, ku di wan êrîşan de 130 kes hatibûn kuştin, li Fransa rewşa awarte hatibû ragihandin.