Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa û Brîtanya Beşdarî Hilcivîna Soçî Nabin


Jean Yves Le Drian

Fransa û Brîtanya dîyar kir ku danûstandinên bo Sûrîyê divê bi çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk werin û da zanîn ku dê beşdarî Hilcivîna Soçî ya li Rûsya nebin.

Rûsya bang li endamên din yên herdem yên Civata Ewlekarîya NY’ê, Fransa, Brîtanya, Amerîka û Çînê jî kiribû.

Welatên rojava û hin dewletên Ereb dîyar dikin ku dê hilcivîna bo çareserîyên NY’ê yên bo Sûrîyê bibe asteng û bo berjewendîyên Esad pêk were.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ku ew bawer nake ji Soçî bo Sûrîyê çareserîyek derkeve.

Le Drian da zanîn ku opozîsyona Sûrî beşdarî Soçî nebe û jiber wê jî ewê ti pêşketin çênebe.

Nûnerê Sûrîyê yê Brîtanya Martin Longden jî ji Twitterê ragihand ku tevî hewildanên Rûsya jî rejîma Sûrîyê çareserîyan red dike û dîyar kir ku Brîtanya dê beşdarî Soçî nebe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG