Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Ewê Tedbîrên Dijî Rêwîyên ji Brîtanya Berfireh Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Fransa dê jiber cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê tedbîrên dijî rêwîyên ji Brîtanya berfireh bike.

Reutersê ew agahî ji zarê berdevikê hikûmeta Fransa Gabriel Attal ragihand.

Attal da zanîn ku niha rêwîyên ji Brîtanya bo di hindurê Fransa kevin divê belgeya testeke negatîf ya vîrusa korona ya kêmtir ji 48 saetên berê hatiye girtin raber bikin.

Wî dîyar kir ku ew li ser tedbîrên berfirehtir difikirin û ewê di rojên pêş de encamê ragihînin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson do Duşemê mirina pêşî ya ji cureya Omicronê ragihand.

Attal dîyar kir ku li Fransa di pêla pêncan ya vîrusa korona de ye û da zanîn ku ew pêl pirtir jiber cureya Delta çêbûye.

Berdevikê hikûmeta Fransa got ku dijî gefên Omicronê ti plana wan ser sînordarkirinên li welêt tune û bal kişand ku ew dixwazin lezekê bidin bernameya karanîna vaksînan.

Karbidestên saxlemî yên Fransa dibêjin ku di 13’ê Berfanbarê de 231 kesan jiber COVID-19 canên xwe ji dest dane û hejmara kesên di çavdêrîya krîtîk de rabûye 2,752’yan.

XS
SM
MD
LG