Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Çar Keçikên ku Têkilîyên Wan bi Cîhadîyan Hene Digire


Polîsên Fransî
Polîsên Fransî

Reuters'ê ji zarê çavkanîyekî dadgehê ragihand ku li Fransa, do Sêşemê çar keçikên ku têkilîyên wan bi cîhadîyên Sûrîyê hene hatine girtin.

Jêderê ku nav nehat eşkere kirin da zanîn ku keçik di ser sepana Telegram'ê re amadekarîya êrîşên tund axifîne.

Temenê 3 keçikan di navber 15-17'an de ye û ya din jî 18 salî ye.

Kanala Fransî, France 3, dîyar kir ku ji keçikan yekê bi cîhadîyê Fransî, Reşîd Qasim re xeber daye ku ew wek yek ji berpirsên êrîşên li Fransa tê dîtin.

Leşkerîya Amerîka, di destpêka Sibatê de gotibû ku Qasim di êrîşeke ezmanî de li nêzî Mûsilê hatîye kuştin.

XS
SM
MD
LG