Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Christophe Castaner: Emê Endamên DAIŞê yên Fransî ji Sûrîyê Bînin


Christophe Castaner
Christophe Castaner

Wezîrê Navxweyî yê Fransa Christophe Castaner ragihand ku ew hizra anîna dora 130 bergumanên DAIŞ’ê ji Sûrîyê dikin ku ew kes piştî vekişîna Amerîkîyan xwe hinda nekin.

"Emê wan kesan radestî dadwerên Fransî bikin û ewê biryar bidin ku divê em wan bergumanan têxin zindanan yan ne,” Castaner ji kanala BFMTV re got.

Castaner bal kişand ser vekişîna Amerîkîyan ji Sûrîyê û got ku divê ew derheqa hemwelatîyên Fransî yên nav DAIŞ’ê de hîn pêngavan bavêjin.

“Endamên bîyanî yên DAIŞ’ê jiber ku Amerîkî li Sûrîyê ne, li wî welatî dihatin girtin. Niha Amerîkî ji wir derdikevin û ew kesên girtî dibe ku daxwaza vegera Fransa bikin.”

Kanala BFMTV ya Fransî ragihand ku nêzî 130 bergumanên DAIŞ’ê ku li bakurê Sûrîyê, girtîgehên bin kontrola HSD’ê têne girtin, wê di hefteyên were de ji Fransa re werine veguhastin.

Li gor rojnameya Telegraph ya Brîtanî, di nav kesên di destê HSD’ê de rêberê bilind yê DAIŞ’ê Adrien Guihal jî heye ku beşeke ji tora Artigat e ku jimareke êrîşên nav axa Fransa li dar xistibûn.

Di êrîşa herî mezin ya Artigat de 87 kes li bajarê Nice hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG