Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Tirkîye bi Operasyona Efrînê Hiqûqa Navneteweyî Binpê Dike


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ku Tirkîye bi operasyona Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Jean Yves Le Drian bang li Tirkîyê kir ku li herêma Sûrîyê ‘’şerekî li şerekî zêde neke’’

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron hefteya borî gotibû ku ‘’operasyona Efrînê divê nebe dagirkirina bakurê Sûrîyê’’

‘’Bi kuştina sîvîlan berevanîya welêt nabe û divê tiştên wiha werin şermezar kirin’’ Le Drian got.

Le Drian da zanîn ku Tirkîye, Sûrîye û Îran tev hiqûqa navneteweyî binpê dikin.

XS
SM
MD
LG