Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Îdiayên Êrîşa Kîmyayî li Îdlibê, Fransa ji NY Daxwaza Civîneke Awarte Dike


Wezîrê Derve yê Fransa Ayrault
Wezîrê Derve yê Fransa Ayrault

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault, piştî belavbûna îdiayên êrîşeke gazîn li Îdlibê, îro Sêşemê bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku kombûneke awarte pêk bîne.

"Îro êrîşeke kîmyayî ya pir cidî li Îdlibê pêk hat. Ahagîyên pêşîn nîşan didin ku jimareke mezin ya qurbanîyan hene ku di nav wan de zarok jî hene. Ez vê êrîşa qirêj şermezar dikin."

Ayrault di daxuyanîyeke nivîskî de got ku êrîşên hov yên wiha ewlehîya cîhanî tehdît dike. Wî bang li civata navnetewî kir ku berpirsîyên xwe bi cîh bîne.

Fransa, Brîtanya û Welatên Yekbûyî yên Amerîka di meha Şubatê de pêşnîyarek amade kiribû ku karbidestên bilind hikûmeta Sûrî, jiber karanîna çekên kîmyayî di şerê navxweyî ya şeş salên borî de, ceza bike, lê ew bizav ji hêla Rûsya û Çînê hatibû veto kirin.

XS
SM
MD
LG