Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Fransî Koçberan ji Kampa li Berava Kanalê Derdixin


Dîmeneke ji valakirina kampa Grande Synthe ya koçberan ji hêla polîsên Fransî (Arşîv)
Dîmeneke ji valakirina kampa Grande Synthe ya koçberan ji hêla polîsên Fransî (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku polîsên Fransî kampeke demkî ya nêzîkî bendera Dunkirk ya li bakurê Fransa hilweşandine û vala kirine.

Li kampê, bi dehan koçberên ku dibêjin ew jiber şer, xizanî û binpekirinên li Rojhilata Navîn direvin, bi hêviyên ku xwe bigehînin Brîtanyayê hebûn.

Reutersê da zanîn ku karbidestên çekdar berîya ku bi kincên parastinê kon û stargehên plastîk yên koçberan xira bikin, ketina nava kampê.

Polîsên Fransî bi berdewamî kampên ku di navbera heremên Calais û Dunkirk de têne ava kirin, hildiweşînin û vala dikin.

Xebatkarek xêrxwaziyê got ku valakirina kampa li Grande-Synthe di van çend hefteyên borî de, heftane pêk tê.

Koçber bi gelemperî têne veguhestinê navendên hilgirtinê yên ku li serenserê Fransayê, da ku li wir serlêdana penaberîyê bikin.

Lê, piranîya koçberan ber bi beravên Kanala Îngîlîz ve diherin.

Karkerên xêrxwaziyê dibêjin ku 27 koçberên ku Çarşema borî di Kanalê de xeniqîn,berîya ku hewl bidin ji Kanala xeter derbaz bibin ku ji Fransayê xwe bigehînin Brîtanya, li heman kampê mabûn.

Televîzyona BBC ji pêzanînên wezareta karên navxweyî yên Brîtanya dide zanîn ku di 2021'an de heya niha 25776 koçber ji Kanalê derbaz bûne, ev 8462 kes zedetirî 2020'an û 1.835 kes jî zedetirî hejmara 2019'an e.

Zêdebûna hejmaran koçberan Brîtanya hêrs kir û ew Fransa tawanbar dike ku jibo rawestandina hatina wan pir hindik kar kiriye.

Parîs dibêje ku gava koçber digehijin beravên Kanalê, bo pêşîgirtina li derbazbûna wan pir dereng e.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja Îniyê ji Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re got ku di hewildana rawestandina pêlên koçberan de "cidî be".

XS
SM
MD
LG