Fransa xwest ku koalîsyona navneteweyî ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) demûdest kom bibe.
Di koalîsyonê de pirtirê 30 dewlet hene.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ku divê koalîsyon demûdest bicive.
Le Drian da zanîn ku ger koalîsyon kom nebe û biryarekê nestîne dê ew kêrî DAIŞ’ê were.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê şermezar kiribû û gotibû ku divê li Sûrîyê armanca sereke têkbirina DAIŞ’ê be.
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dîyar dike şervanên wê jiber operasyona Tirkîyê bala xwe ji ser girtîyên DAIŞ’ê dadigerînin û didin ser operasyonê.