Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dijî Komên Misilman yên 'Radîkal' Tevdigere


Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron

Wezîrê karên navxwe yê Fransayê Gerard Darmanin ragihand ku ewê çend mizgeftan û gelek komeleyên ku guman heye propagandaya îslamî ya radîkal dikin, bigirin.

Gerard Darmanin di daxuyanîya xwe ya bo rojnameya Le Figaro de got ku ji yek ji sêyan ya 89 cihên perestgehê ji hêla sazîyên îstixbaratê ve, bi gumanbarîya bûyîna radikal hatine destnîşan kirin.

Wezîr gor ku ev navendana ji Mijdara 2020 'an vir ve têne kontrolkirin.

Darmanin da zanîn ku bo girtina 6 ji wanan li seranserê Fransayê, kiryar hatine destpê kirin.


Hevdem, karbidestên Fransî daxwaz dikin ku weşanxaneyên Îslamî yên bi navên Nawa û Lîga Parastina Afrîkaya Reş (LDNA) jî werin girtin.

Darmanin got ku Nawa, ya ku li bajarê Ariege ya li başûrê Fransa ye, "qirkirina Cihûyan teşwîq dike û kevirkirina homoseksuelan rewa dike."

Wî destnîşan kir ku LDNA'yê di Hezîrana sala borî de, li pêş balyozxaneya Amerîkî ya li Parîsê dijî tundîtûjîya polîsan xwepêşandaneke darxistibû û li wir "banga nefret û cûdakarîyê kiribû."

"Di sala pêş de, 10 komeleyên din ewê rûbirûyê girtinê bimînin, çar ji wan meha pêşin," wî got.

Hikûmetê piştî kuştina mamoste Samuel Paty ya di Cotmeha 2020'an de dest bi biryarên bi wî rengî kir.

Mamoste Paty, jiber ku di derseke de karîkaturên Pêxember Mihemed ku ji hêla kovara Charlie Hebdo hatîbû weşandin, nîşan da bû armanca kapmanyeyekî onlaynî û piştre hate kuştin.

Darmanin bang li walîyê eyaletan kir ku destûra rûniştinê yên melleyên ku ji hêla welatên biyanî ve hatîne şandin, red bikin.

XS
SM
MD
LG