Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku li Fransa bi pêla pêncan ya vîrusa korona re dibe ku rojane 100,000 pêketin çêbin.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Saxlemî yê Fransa Olivier Veran ragihand.
Veran da zanîn ku cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê dê di serê salê de li Fransa cureya berbelav be.
Wî dîyar kir ku niha ti plana wan ser sînordarkirina tune û got ku ew hêvî dikin ku bi karanîna vaksînan rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.
Karbidestên saxlemî yê Fransa dibêjin ku do Sêşemê di 24 saetan de li nexweşxaneyan 210 kes bi vîrusa korona mirine û li seranserê welêt 72,832 pêketinên nû hatine tomar kirin.