Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Leşkerekî Wê li Malî Hatiye Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku roja Înê di pevçûneke yekîneyên Fransa û çekdarên li Malî de leşkerî Fransî hatiye kuştin.

Fransa di sala 2013’an de bo têkoşîna terorê ya dijî çekdarên Îslamî yên li bakurê Malî, leşkerên xwe li wî welatî bi cîh kiribûn û ji wê çaxê vir ve li wir pirtir ji 50 leşkerên Fransî hatine kuştin.

Wezareta Berevanî ya Fransa ragihand ku leşkerê hatîye kuştin, Maxime Blasco, ji yekîneya li sînorê Burkîna Faso ye.

Karê wê yekîneyê şopandina komeke çekdaran bû ku li gor daxuyanîya wezaretê du helîkopterên êrîşê û droneke çavdêrîyê jî arikarîya yekîneyê kirine.

Çekdaran ji nêz ve êrîşî yekîneya Fransa kirine û Blasco ji alîyê segmanekî ve hatiye kuştin.

Wezeta Berevanî ya Fransa dide zanîn ku yekîneya Fransî jî ew segman kuştiye.

Artêşa Fransa di serê vê mehê de dîyar kiribûn ku wê bi dronekê Rêberê Afrîka Rojava ya Dewleta Îslamî kuştiye.

XS
SM
MD
LG