Li gor encamên nefermî yên hilbijartina Parlamantoya Ewrupa, li Fransa partîya rastgira tundrê Marine Le Pen, ‘’Rassemblement National (Yekîtîya Neteweyî) bû partîya yekê.
Rassemblemenet National 23,53 ji sedê dengan sitand û li dû wê partîya Serokomarê Fransa Emmaneula Macron, LREM 22,47 ji sedê dengan sitand û bû partîya duyê.
Piştî eşkerebûna encamên pêşî Marine Le Pen bang li Macron kir ku hilbjartina pêşwext çêke.
Li Fransa, Keskan 12.8 ji sedê dengan sitandin û Komarîyên li navenda rast 8.2 ji sedê dengan bi dest xistin.