Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqekirina Pêş Mizgeftekê de 2 Kes li Fransa Birîndar Bûn


Polîsên Fransî ragihand ku di teqekirinekê bajarê Brest ya rojhilata Fransa de 2 kes li ber mizgeftekê hatine birîndar kirin.

Dozgerê Brest Jean-Philippe Recappe got ku çekdarekî gule barandin ser kesên ku ji mizgefta li taxa Pontanezen derdiketin.

Recappe ji Reutersê re got ku demûdest zelal nebûye ku teqekirin bi mebestên sîyasî hatiye kirin yan ne.

Weşangera civakî France 3 ragihand ku êrîşvanê çekdar karîbû ji cîhê bûyerê birevîya.

XS
SM
MD
LG