Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Kêmtirîn Zêdebûna Rojane ya Pêketin û Mirinên ji Korona Radigihîne


Polîsên Fransî jinekê hişyar dikin ku rûberk bi kar bîne

Karbidestên Fransî îro Duşemê ragihand ku ji 17’ê Adarê vir ve kêmtirîn zêdebûna rojane ya pêketin û mirinên ji vîrusa korona hatine dîtin.

Bi vê pêşketina nû hêvîyên dawîhatina epîdemîya herî xirab ya li Fransayê bilind bûn.

Daneyên Wezareta Saxlemîyê nîşan didin ku hejmara pêketinên piştrastbûyî bi 115 kesan bilind bû û giheşte 144.921, û jimara mirîyan jî bi 35 kesan bilind bû û giheşte 28,367.

Bi wî awayî, hem hejmara pêketinan û hem jî ya mirîyan tenê 0.1% bilind bû.

Hejmarên dawîya hefteyê jî jibo pêketinên nû û mirinan dîsa herî kêm bûn, piştî ku Fransayê di 11’ê Gulanê de dest bi sistkirina bergirîyên tund kiribû.

Tevî sistkirina tedbîran, rênmayên dûrketina civakî li Fransayê cîhê xwe da dimînin.

Wezîra Jîngehê Elisabeth Borne ji radyoya Frans Inter re got ku hikûmet naxwaze îsal havînê hemwelatî rêwitî li dervayê welat bikin.

Borne herwiha got ku divê parkên Parîsê niha girtî bimînin jiber ku paytext jibo belavbûna vîrusa koronayê hêşta jî "herêmek sor" e.

Daneyên nû nîşan didin ku hejmara kesên bi vîrusa koronayê li nexweşxaneyan hatine qebûl kirin, bi heft kesan bilind bû û giheşte 17,185’an.

Jiber betlaneya digel dawîya hefteyê dirêj bûyî, nexweş zêdetir li nexweşxaneyan man û daneyên wan direngtir hatibûn rahihandin.

Hejmar çend hefte bûn cara yekê bilind bû û heta niha, ji 15’ê Nîsanê vir ve hejmar her roj dadiket.

Lê, nizimbûna hejmara mirovên di beşa nexweşên giran da bênavber didome ku 10 kes lê kêm bûn û dakete 1,655’an. Ew jî daketina herî hêdî bû ji krîza asta herî bilind vir ve, dema ku hejmara nexweşên giran 7,148 bû.

XS
SM
MD
LG