Li Strasburg ya Fransa bi ser bazara Noelê de êrîşeke çekdarî pêk hat.
Di êrîşê de 2 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Sedema êrîşê hîn nayê zanîn û êrîşvan hîn nehatiye girtin.
Piştî êrîşa çekdarî Wezareta Navxweyî ya Fransa bang li gelên li Strasburg kir ku bo ewlekarîyê ji malê xwe dernekevin.
Li dû êrîşê, ketin-derketina ji Parlamentoya Ewrupa hat rawestandin.