Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Ser Îdiayên Firotina Koçberan Xwest ku Civata Ewlekarî ya NY Demûdest Kom Bibe


Fransa ser dîmenên ku nîşan didin koçber li Lîbya wek xulam tên firotan ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku demûdest kom bibe.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, derbarê dîmenên ku CNN’ê hefteya borî weşandibûn dîyar kir ku ‘’skandal’’ e û ‘’nayê qebûl kirin.’’

Macron, li Qesra Elysee, piştî civîna bi Serokwezîrê Gîne Alphe Condre dîyar kir ku ew hêvî dikin ku bo têkoşîna dijî qaçaxçîyên mirovan xurt bikin bi welatên din re jî bixebitin.

Alpha Conde, ku Serokê Yekîtîya Afrîqa ye jî, Yekîtîya Ewrupa (YE) rexne kir. Conde dîyar kir ku li Lîbya ti hikûmet tune û Ewrupî wêrekîyê didin kesên ji Lîbya ku koçberan neşînin Ewrupa.

‘’Li Lîbya ti hikûmet tune, jiber vê YE nikare ji wî welatî desteserkirina koçberan bixwaze’’ Conde got.

Di dîmenên ku CNN’ê belav kirin de, mêrên reşik bi buhayên wek 400 dolar tên firotan. Piştî wan dîmenan li Afrîqa û Ewrupa gelek protesto hatin li dar xistin.

Li ber e ku Civata Ewlekarî ya NY hefteya pêş kom bibe.

XS
SM
MD
LG