Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa Qonaxa Duyê ya Sistkirina Bergîrîtan Destpê Dike


Leşkerên Fransî li firîngeha Charles de Gaulle ya Parîsê
Leşkerên Fransî li firîngeha Charles de Gaulle ya Parîsê

Serokwezîrê Fransa Edouard Philippe iro Pêncşemê got ku Fransa giheştiye qonaxa duyê ya sistkirina bergirîyan û êdî Parîs ne herêma sor ya bin metirsîya vîrusa korona ye.

Philippe ji 67 mîlyon rûniştvanên Fransî re got ku xeterî hêşta jî heye û hikûmet wê di dema sistkirina bergirîyan de bala xwe bi taybetî bide nîşaneyên tendirustîya giştî li Parîsê û derûdora wê.

Philippe di axaftina televîzyonê da got ku êdî azadî dê bibe asayî û qedexekirin dê bibe awarte.

“Herêma Parîsê niha ne herêmeke e, lê porteqalî ye û wateya wê jî ew e ku Parîs hêşta bi tevahî wek herêmên din yên kesk ji vîrusa koronayê rizgar nebûye. Sistkirina tedbîran dê bi baldarî were kirin.”

Vîrusa koronayê zêdetirî 28,500 kes li Fransayê kuştine, lê roja Çarşemê hejmara mirîyan ji 100 kesan kêmtir bû.

Philippe geşbînîya xwe dîyar kir ku ji alîyê tendirustiyê ve encam baş in, lê wî dubare kir ku pêwîstîya wan bi hişyarbûnê heye.

XS
SM
MD
LG