Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Fransa Le Drian: Talîban Derewan Dike


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian, ku bo vekişînên ji Afganistanê serdana Doha ya Qatarê kiribû, ser Talîbanê axifî.

Le Drian dîyar kir ku Talîban derewan dike û da zanîn ku Fransa dê bi hikûmeta nû ya Afganistanê re ti peywendîyê çêneke.

‘’Talîbanê gotibû ku ewê bihêlin ku hin bîyan û Afgan bi awayekî azad derkevin, lê derewan dikin’’ Le Drian got.

Wî dîyar kir ku Talîban dê hewcedarê peywendîyên navneteweyî be û da zanîn ku her tişt girêdayî wan e.

Fransa heta niha bi qasî 3000 kes ji Afganistanê derxistine ku bo wan bi Talîbanê re peywendî çêkiribûn.

Le Drian di serdana Doha da got ku li Afganistanê hîn jimareke welatîyên Fransa û bi sedan Afganên bo Parîsê xebitîne hene.

XS
SM
MD
LG