Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Dike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û serokwezîrê wî welatî Jean Castex bi sistbûna tedbîrên dijî vîrusa korona re li kafeyeke Parîsê rûniştin.

Macron û Castex li kafeya li nêzî Qesira Elysee sohbet kirin û qehwe vexwarin.

Li Fransa, ji do Çarşemê pê ve restoran, kafe, bar, mol, şano, sînema jinûve vebûn.

Bi sistkirina tedbîran re, li derên vekirî yên cîhên xwarin û vexwarinên heta 6 kesan kom dikarin li hev bicivin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa 6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 108,342 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG