Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Biryara Trump ya Ser Vekişandina Leşkerên Amerîkî Metirsîyeke Mezin Çêdike


Wezîra Berevanî ya Fransa Florence Parly dîyar kir ku biryara Serok Donald Trump yê ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, ‘’metirsîyeke mezin e’’

Parly ji radyo RTL re dîyar kir ku ew bawer nakin ku ‘’xîlafeta herêmî’’ ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi dawî bûye.

Wê da zanîn ku divê DAIŞ bo îstiqrara herêmê bi temamî were qedandin.

Piştî biryara Trump ya ser vekişandina leşkerên Amerîkî, karbidestên Fransa ser mayîna li herêmê daxuyanîyan didin.

Li bakurê Sûrîyê bi qasî 2000 leşkerên Fransa hene.

XS
SM
MD
LG