Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Fransa Bersîv Da Gotinên Trump yên Dijî Macron


Jean-Yves Le Drian

Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves le Drian ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên dijî Serokomarê Fransa bersîv da.

Trump di Twitterê de ser danûstandinên bo Îranê gotibû ku ‘’nîyeta Emmanuel rind e lê xêncî Amerîka ti kes nikare li ser navê Amerîka biaxife’’

Le Drian bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku Fransa bo aştî û ewlekarîya herêmê dixebite.

‘’Fransa hewil dide ku girjîya li herêma kêm bike û bo vê yekê jî ne hewceyî destûra ti kesî ye’’ Le Drian got.

Wî dîyar kir ku Fransa girêdayî peymana navokî ya bi Îranê re tevdigere û da zanîn ku Macron gava bo dîyalogê danûstandinê dike Amerîka jî agahdar dike.

XS
SM
MD
LG