Fransa dê karanîna vaksîna vîrusa korona bo karmendên saxlemîyê û xebatkarên din yên bi nexweşên giran re danûstandinê dikin mecbûr bike.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ew agahîya ser vaksîna mecbûrî di axaftineke li televîzyonê de ragihand.
Macron dîyar kir ku vaksîn dê bo têkoşîna dijî vîrusa korona seba karmendên saxlemîyê û xebatkarên din yên bi nexweşên giran re danûstandinê dikin mecbûr be.
Macron da zanîn ku ew dê ji 15’ê Îlonê pê ve karanîna vaksînan kontrol bikin û cezayan bidin.
Wî got ku eger ew wisa tevnegerin dê hejmara pêketinên vîrusa korona careke din bilind bibe.
Wezîrê Saxlemî Olivier Veran jî dîyar kir ku ewê ji 15'ê Îlonê pê ve mûçeyan nedin karmendên saxlemîyê yên ku vaksîna vîrusa korona li xwe nedane.
Veran da zanîn ku jiber metirsîya cureya vîrusa korona ya bi navê Delta ew tedbîrên wisa radigihînin.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Fransa pirtir ji 5,8 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 111,543 kes bi wê mirine.