Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Rê li Ber Vaksînkirina Kesên 18 Salî û Mezintir Vedike


Dîmeneke jî navendekî vakslêdanê ya li Fransa (Arşîv)
Dîmeneke jî navendekî vakslêdanê ya li Fransa (Arşîv)

Serokwezîrê Fransa Jean Casteks îro Duşemê dîyar kir ku peyvajoya vaksînkirina COVID-19 bo mezinên her temenî hatiye vekirin.

Fransa, ev destûra vaksînkirina vîrusê yên jibo tevahîya mezinan ji berî dema destnîşankirî ragihand jiber ku radestkirina vaksînan niha zûtirîn pêk tê.

Serokwezîr Jean Casteks got ku 'rê paqij dibe' lê, hevdem hişyarî da ku mirov haydar bimînin.

Karbidestên saxlemîya giştî ya Fransî dibêjin ku heya niha ji % 48’yê şênîya mezinên Fransayê herî kêm yek dozek vaksînan û ji % 20’an zêdetirî wan kesan jî du dozên vaksînan wergirtine.

Fransayê ku piştî destpêka hêdî ya jiber burokrasî û radestkirina dereng hat tawanbarkirin, heya niha bêtirî 36 mîlyon dozên vaksînan bi kar anîye.

Li Fransa ji îro ve, hemî kesên18 salî û mezintir dikare jibo vakslêdanên COVID-19, serî li avahîyên bijîşkî bidin.

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) jî hefteya borî jibo ciwanên di navbera temenên 12-15 salî de ne, destûr da karanîna vaksîna Pfizer.

Tê çaverê kirin ku bi ev destûra EMA'yê pêyvajoya vakslêdanên bo wê koma temenê, zûtir destpê bike.

Fransayê ji her welatekî Ewrupî pirtir bûyerên vîrusa korona û zêdetirî 109.000 mirinên jiber COVID-19 ragihandîye.

Li Fransa, nexweşên vîrusê hîn jî nîvê nivînên çavdêrîya krîtîk dagir dikin lê hejmarên wan bi hefteyane dadikeve, û welat gav bi gav xwaringeh, karsazî û qadên turîzmê jinûve vedike.



XS
SM
MD
LG