Parlemana Katalonî îro Înê di dengdaneke taybet de biryara cihêbûna ji Îspanya da.
Biryara serxwebûnê bi 70 dengên piştevan, 10 dijber hate girtin. Di dengdanê de 2 kes jî dengê vala bi kar anîn.
Qanûndanêrên ji Partîya Sosyalîst, Partîya Gel û Ciudadanos, wek protesto berî destpêbûna dengdanê ji parlemanê derketin û tev li peyvajoyê nebûn.