Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Demokrasî di Paşvekişînê de Ye


freedom house 2019 map

Saziya Freedom House, vê hefteyê raporta xwe ya salane ya 2019 weşand, di raportê de hatiye destnîşan kirin ku demokraî li cîhanê paşve dikişe û lawaz dibe.

Di raportê de rexne li serokê Amerîka Donald Trump hatine girtin û dinivîse, Trump serokê herî zêde"bê hûrmetî" li hember kirîterên demokrasiyê nîşan dane binav dike.

Trump derbarê êrîşên wî yên ser mediya, bihayên demokrasiyê hatîye tawanbar kirin.

Saziya Freedom House ku, saziyeke ne ya hikûmetê ye bingeha wê li Amerîka dimîne, gelek welatên li seranserî cîhanê bi binpêkirina mafên mirovan û mafên demokrasî û rê girtina li hember azadiya rojnamegerî û ramanê tawanbar dike.

Di nexşeya sala 2019an de Freedom House, welat û hikûmetên cîhanê di Sê xaneyan de li ser nexşeya cîhanê destnîşan kirine û her koma welatan li gur pile û ast û rewşa demokrasiyê rêz kirine û reng dayê.

Di nexşeyê de welatên ku azadî û demokrasî lê heye bi rengê kesk hatine rengkirin. Welatên ku nîv azad û demokrasîne bi rengê pirteqalî û welatên ku azadî û demokrasî lê nînin rengê şîn dayê.

Tirkiye îsla di nexşa welatên ne azad û demokrasî de ye, heweha welatên weke Rûsya, Çîn, Îran, Îraq û Sûriy, piraniya welatên cîhana siyê û Rojhilata Navîn di xana welatên ne azad de ne. Hewiha welatên Balkanan jî xistine welatên nîv-azad de.

Welatên Ewrupî, Kanada, Amerîka û piraniya welatên Amerîka Başûr (Amerîka Latînî) xistine xaneya welatên azad û nîv- azad de, tenê Venezuela welatê ku azadî lê tu neye hatiye destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG