Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa Gemiya Charel Degol Dişîne Şerê Daişê


Karbidestên dewleta Frensî dibêjin wan biryar daye gemîyeke firokehilgir bişînin herêmê da kû bibe alîkar jibo êriş û şerê li dij çekdarên Daiş li Îraq û Sûriyê.

Koşka Elîyzê îro Pênşemê di daxweyaniyekê da gotiye, piştî civîna encûmena berevaniya hikûmetê biryar hat giritn , gemiya cengê ya bi navê Charel Degol tevî keştiyên cengê yên êrîşber bişînin herêma rojhilita navîn dakû di dema êrîşên li dij Daişê û gropên din yên tundrê de beşdar bibe.

Gemiya Charel Degol bi enercîya Atomê kar dike û gemîyeke din ya jêrav digel de ye, herweha çend keştiyên şerker dê gehin ciyê wan firokeyên Frensî yên li Qeter û Urdonê, ku niha êrîşan dibin ser çekdarên Daişê, li Sûriya û Îraqê.

Tê zanîn ku, heman Gemiya cengê ya Charel degol destpêka îsal jibo demê du mehan li herêmê mabû , lê cardin vegeriya derbenda Toulon ya Frensî.

XS
SM
MD
LG