Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje ku Wê Pêşî li Êrîşeke Plankirî li Moskowê Girt


Navenda giştî ya FSBê ku berî bi navê KGB dihat zanîn

Rêvebirîya Ewlekarîya Navxweyî ya Rûsya (FSB) îro Duşemê ragihand ku êrîşeke plankirî ya mîlîtanan li Moskowê hatiye sekinandin.

FSB’ê dîyar kir ku wê herwiha zilamek kuşt ku li cîhekî şenîbar plankarîya kuştina girseyî ya bi rêka gulebarandinê dikir.

“Karmendên me dixwest li dervayê Moskowê wî kesî desteser bikin, lê wî bi guleyan êrîşî wan kir û di pevşçûnê de ew hate kuştin,” daxuyanîya FSB’ê got.

Daxuyanîyê bi berdewamî got ku peywendîya zilamê kuştî bi komeke mîlîtanan ya navnetewî li Sûrîyê hebû. FSB’ê ragihand ku birayê wî kesî jî hatiye desteser kirin û bo desteserkirina hevkarên wî yên din operasyon didomin.

Televîzyona Rossiya 24 ya dewletê wêneya termê zilamekî nîşan da ku li nêzî wî tivingeke Kaleşnîkof û sê bombeyên destan hebûn. Televîzyonê herwiha ragihand ku ew yek ji dewletên Asya Navîn e.

XS
SM
MD
LG