Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Elîko: Tinê NATO û Rojava Dikare Rewşa Niha li Sûrîyê Biguhere


Fuad Elîko: Tinê NATO û Rojava Dikare Rewşa Niha li Sûrîyê Biguhere

Bi hezaran xelkê Sûrîya roja Şemê bo veşartina termê 44 kesan kombûn, ku roja Eynî di encama du teqînên xwekujiyê de li Demeşq hatine kuştin.

Telefizyona dewletî ya Sûrî dazanîn ku armanca wan du teqîna bi otombîlên bombe kirî, du bingehên ewlekariya welatî bû, yak u têde nêzîk 150 kes jî birîndar bûn.

Di nav hepeyvînekê de, Fuad Elîko, endamê komîta sîyasîya Partiya Yêketiya Kurd li Sûrîya gote Dengê Amerîka ku xelkê Sûrî goman hene ka çima ew teqîn di wî demî de û li wî cihî çêbûn.

Rêzdar Elîko dibêje ku hêş Sûrîy bo cî bi cî kirina pilan Komkara Ereb çi karek nekirîye. Her weha dibêje ku eger bi Eşkeriyî jî nebêje Hikûmeta Şîe ya Îraqê jî hemen helwêsta Îranê li hember Sûrîyê heye û piştgîriya Serok Esed diken.

Ew dibêje tinê NATO û hêzên rêjava dikarin bo guherîna vê rewşê li Sûrîyê bandor hebin.

Dirêjiya wan gotinan di nav hevpeyvînekê de cih girtine ku Hevkar Kawe Kurmanc pêk aniye.

Bo gudarî kirina hevpeyvînê li ser fayla dengî kilîk bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG