Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Daxwaza Bihêzkirina Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Bexda Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hussein 26ê Adarê, 2024. (Photo by Kent Nishimura / AFP)
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Hussein 26ê Adarê, 2024. (Photo by Kent Nishimura / AFP)

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ku Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên di çarçoveya rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê de, hevkariyên ewlekarî, aborî, siyasî û dîplomatîk gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ku her du wezîr planên civîna dahatû ya Komîteya Bilind ya Hevahengiya Amerîka û Iraqê û hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Al Sûdanî bi Serok Biden re di 15ê Nîsanê de jî danûstandin encam dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezîrê Derve hewlên bihêzkirina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, bidestxistina berjewendiyên aborî ji bo hemû Iraqiyan, baştirkirina serxwebûna enerjiyê ya Iraqê, bihêzkirina şiyana Iraqê ji bo parastina serweriya xwe ya tam û pêşxistina aramî û ewlehiyê ji bo hemû Iraqiyan piştevanî kir."

Li gorî Wezareta Derve, wan "pabendbûna xwe bi proseya Komîsyona Bilind ya Leşkerî dupat kir, ku dê bibe sedema derbasbûna hevkariyeke ewlekarî ya dualî ya berdewam di navbera Iraq û Amerîka de û dê alîkariya misogerkirina têkbirina daîmî ya DAIŞê bike."

Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Husên di hesaba xwe ya fermî ya X de peyamek weşand û got:

"Li Washingtonê min bi birêz Blinken re Wezîrê Derve yê Amerîka hevdîtin çêkir, Em li ser riyên xurtkirina hevkariyê di navbera her du welatan de, di warên aborî, enerjî, ewlehî û têkoşîna li dijî terorê de gotûbêj kirin. Her wiha me li ser amadekariyên berdewam yên jibo serdana serokwezîr Mohamed Şia Al Sûdanê jibo Washington danûstandin kirin."

Di heman demê de Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken derbarê hevdîtinê peyamek di hesaba xwe ya platforma X de nivîsand û got:

"Ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên civiyan û serdana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê û civîna dahatû ya Komîteya Bilind ya Hevahengiya Amerîka û Iraqê gotûbêj kirin."

Wezîrê Derve yê Îraqê roja Duşemê ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re got "Em hatine bo gotûbêjan ji bo bihêzkirina peywendiyên heyî di navbera Amerîka û Iraqê de".

Husên got, "Me li Koşka Spî mijarên ewlehiyê û gelek mijarên din gotûbêj kirin û dê di serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de careke din ev mijar bên gotûbêjkirin."

Koşka Spî hefteya borî ragihandibû ku serokwezîrê Iraqê dê di 15ê Nîsanê de biçe Washingtonê û bi Serok Biden re li Koşka Spî bicive.

XS
SM
MD
LG