Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îraqê: Şerê Amerîka û Îranê 60 Milyar Dolar Zirar Gihandiye Îraqê

Fuad Husên Wezîrê Derve yê Îraqê
Fuad Husên Wezîrê Derve yê Îraqê

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên got ku di şerê dawî yê Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de Îraqê nêzîkî 60 milyar dolar zirara aborî dîtiye.

Fuad Husên roja Pêncşemê li Romayê bi Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê û Wezîrê Derve Antonio Tajani re civiya da ku li ser têkiliyên dualî û pêşkeftinên herêmî û navneteweyî gotûbêj bike.

Li gorî daxuyanîyê, Wezîrê Derve yê Îraqê bal kişand ser encamên aborî yên nakokîya di navbera Amerîkayê û Îranê de û got ku şerê dawî nêzîkî 60 milyar dolar zirar daye Îraqê.

Wî her wiha hişyarî da ku berdewamîya nakokîyê dê bibe sedema zêdebûna krîza enerjîyê ya cîhanî û nîgeranîya li ser zêdebûna enflasyonê û encamên din ên neyînî li ser aborîyên gelek welatan, di nav de welatên Ewrupî jî.

Fuad Husên daxwaza roleke çalaktir ji welatên Yekîtîya Ewrupî dike, di nav de Îtalyaku rolek wê yê giring heye.

Wî tekez kir ku ev hewldan dikarin bibin alîkar ku girjî werin kontrolkirin û pêşî li belavbûna nakokîyan li herêmê were girtin.

Wezîrên derve yên Îraq û Îtalyayê li ser pêşeroja hevkariya ewlehî û leşkerî ya di navbera herdu welatan de, bi taybetî piştî bidawîbûna hebûna hevpeymaniya navneteweyî li Îraqê, gotûbêj kirin.

Herdu aliyan her wiha li ser encamên şerê berdewam ê Rûsyayê li dijî Ukraynayê li ser ewlehîya Ewrupayê û pêşketinên li Rojhilata Navîn li ser Îraqê nîqaş kirin.

Husên ji bo piştgirîya Îtalyayê di şerê li dijî DAIŞê de spasîya xwe nîşan da û pesna rola wî welatî di perwerdekirina hêzên polîsên Îraqê û Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) de da.

Antonio Tajani her wiha tekez li ser têkilîyên nêzîk ên di navbera herdu welatan û piştgirîya berdewam a Îtalyayê ji bo Îraqê di warên cûda de kir.

Di dawîya civînê de, herdu alîyan li hev kir ku şêwirmendî û hevrêzîyê li ser mijarên berjewendiya hevpar bidomînin û Fuad Husên hevpîşeyê xwe yê Îtalyayî vexwend ku serdana Îraqê bike.

Li dawiya serdana xwe ya Îtalyayê de Fuad Husên serdana Vatikan (Vatican)ê kir û li koşka Apostolî ya Vatîkanê bi Kardînal Pietro Parolin re li ser têkiliyên dualî, rewşa siyasî û ewlehiya Îraqê û herêmê, parastina cihêrengiya olî û hebûna Krîstiyanan li Îraqê gotûbêj kirin.

Husên got "Me girîngîya diyalogê û dîplomasîyê ji bo aştîyê tekez kir û vexwendinek ji Kardînal Parolin re kir ku serdana Îraqê bike."

Husên herwiha li rewşa tendirustî ya papayê Vatîkanê pirsî piştî ku rastî nexweşîya penceşêrê hatî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG