Kenala El-Meyadîn ya girêdayî Hizbullaha Lubnanî roja Çarşemê piştrast kir ku fermandarê wê yê leşkerî, Fûad Şukr, roja Sêşemê di êrîşeke artêşa Îsraîlê de li Beyrûtê hat kuştin,
Îro Çarşemê berî demek kin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftineke kurt de, piştrast kir ku artêşa Israîlî êrîşa ku tê de Fûad Şukr, serkirdeyê leşkerî yê herî navdar yê Hizbullahê û berpirsê wê yê karûbarên stratejîk hatiye kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku Şukr berpirsyarê komkujiya Mejdal Şems e û got, "Me hesabê bi wî re girt, her kesê ku gefan li me dixwe û zirarê dide me em ê hesabê jîê bigrin."
Du çavkaniyên ewlehiyê ji Reutersê re jî gotin, termê fermandarekî payebilind ê Hizbullah, Fuûad Şukr, ku bi navê Seyid Mohsen jî tê naskirin, di bin kavilên avahiyek hilweşiyayî de li taxeke başûrê Beyrûtê hat dîtin.
Fermandarê Hizbullahê wek destê rastê yê serokê Hîzbullah Hesen Nasrallah û şêwirmendê wî di plankirin û organîzekirina êrîşan de dihat dîtin.
Berdevkê artêşa îsraîlê Avichay Adree di platforma X de îro Çarşemê peyamek ser kuştina Şukr weşand û got "Fûad Şukr yê ku doh êvarê li taxeke Beyrûtê hat kuştin, berpirsyarê komkujiya herêma Mazraa bû, ya ku zarok û ciwanên Mecdel Şems tê de hatbûn kuştin."
Îsraîl dibêje ku wî vê dawiyê çavdêriya êrîşên li ser Îsraîlê ji Liubnanê kiriye.
Herwiha Amerîkayê 5 milyon dolar xelat ji bo agahiyên derbarê bombebarana baregehên Amerîkayê yên li Beyrûtê ku di 23'ê Kanûna Pêşîn a sala 1983an de pêk hat û di encamê de 241 leşkerên Amerîkayê hatb[n kuştin û 128 leşkerên din jî birîndar bûn, diyar kir.
Çavkanî: Reuters