Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuat Oktay: Ku li Lîbyayê Êrîş Rawestin, Emê Leşker Neşînin


Parlamana Tirkîyê sibê Pêncşemê dengdana ser destûrnameya Lîbyayê dike.

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay derbarê destûrnameyê axifî û got ku di naveroka destûrnameyê de alîkarîya mirovî û piştgiriya leşkerî heye.

"Jixwe em alîkarîya mirovahî didin, lê naverok li gorî daxwazên muhatabê me û pêşketinên li heremê dikare were guhertin," Oktay got.

Wî bi berdewamî got ku ger êrîşên hêzên Xelîfe Hafter rawestin, pêdivî bi şandina leşkeran jî namîne.

"Ku destûrname were qebûlkirin jî, ger êrîş rawestin û hêzên wan paşde vekişin, pêdivî bi şandina leşkeran namîne," Oktay got

Hêjayî balkişandinê ye ku partîyên opozîsyonê CHP û HDP li dijî destûrnameyê derdikevin, lê jibo erêkirina destûrnameyê dengên AKP û MHP têrî dikin.

XS
SM
MD
LG