Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kurd Beşdarî Merasîma Oxirkirina Qurbanîyên Êrîşa Parîsê Bûn


Bi hezaran Kurd ji çar alîyên Ewrupa îro Sêşemê jibo merasîma oxirkirina 3 qurbanîyên Kurd li Parîsê kom bûn.

Termên 3 qurbanîyên Kurd, ku di êrîşa Parîsê ya meha borî hatibûn kuştin, ji Tirkîye û Herêma Kurdistana Îraqê re hatin şandin.

Bi hezaran kes bi hêsiran û slogana "şehîd namirin!"darbestên ku bi alên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û herema Rojava ya li bakurê Sûrîyê pêçandî, silav kirin.

Piştî merasima rêzgirtinê termên du qurbanîyan Mîr Perwer û Abdulrahman Kizil bi rêya firîngeha ji Parîsê ber bi Stenbolê û yê Emîne Kara jî ji Herema Kurdistana Îraqê were şandin.

Termên Perwer û Kizil li Amed û Mûş û meytê Kara jî Kampa Maxmûrê wê were binax kirin.

Di êrîşa çekdarî ya 23’yê Berfanbarê ya dijî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya de 3 Kurdan hatibûn kuştin, 3 kesên din jî birîndar bûn.

Tevî ku dadgeheke Parîsê êrîşkar bi kuştin û hewildana kuştinê tawanbar kirîye jî rexistinên Kurd û reberên civata Kurdî li Fransa û Ewrupa dixwazin ku êrîşkar bi tawana terorê were darizandin.

XS
SM
MD
LG