Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YPGê li Efrînê Xelîl, Êrîşên Tirkîyê Dinirxîne


Hêzên Tirkîyê do êvarê bi topan êrîş birin ser jimareke gundên Efrînê. Dîsa, li herêma Şehba jî çeparên Ceyş el-Suwar bû armanca êrîşên esmanî yên firokên Tirkîyê. Di wan êrîşan de pirtir jî 10 kes jîyana xwe hinda kir û hinekên din jî birîndar bûn.

Berdevkê YPGê li Efrînê Ferat Xelîl li ser van êrîşên Tirkîyê û helwesta wan ya hember êrîşan bi firehî dinirxîne.

"Tirkîye be sedem gundên Kurdan dide ber topan û zarar digehîne sîvîlan. Em li hember van êrîşan bêdeng namînin û bersîvê bidin."

Xelîl îdiayên medya Tirkî bi tundî red dike ku artêşa Tirk 200 şervanên YPG kuştine.

"Nûçeyên wiha beşeke ji şerî pîskolojîk e û dixwaze moralê gelê me xira bik, lê gelê me ser wan nûçeyên pir agahdar e."

Xelîl didezanîn ku şervanên Ceyş el-Suwar li herêma Şehba jî bûne armanca êrîşên esmanî yên Tirkîyê, piştî ku wan 5 gund ji DAIŞê rizgar kirine.

"Tiştekî balkêş e ku piştî Ceyş el-Suwar hember DAIŞ pêşde dihere, firokên Tirk jî êrîş dibin ser QSD. Dema êrîşên esmanî didomin, grubên ku Tirkîyê destek dide û DAIŞ di heman demê de êrîşî QSD dikin."

Ferat_Xelîl_10_20_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:59 0:00

XS
SM
MD
LG