Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G20 Dibêje Çareserîya Du Dewletî Tekarêya Pirsgirêka Îsrael û Filîstînîyan E


Wezîrê Derve yê Brezîlya Mauro Vieira got ku wezîrên karên derve yên welatên G20 hema hema bi yekdengî hevbîr bûn ku çareserîya du dewletî ji kêşeya Îsraîlî-Filîstînyan re tekarêya aştîye.

Vieira di dawîya civîna du rojî de got ku di çareserîya du dewletî ya wek tekarêya çareserîya pirsgirêkê de hevbîrbûneke eşkere hebû.

Vieira got ku hemî endamên G20 li ser şerê li Gazayê û rîska belavbûna şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn xem û fikarên xwe dîyar kirin.

Wî bi berdewamî got ku bangên agirbestê û pêdivîya gîhandina alîkarîya mirovahî ji Gazayê re hebûn û gelek dewlet operasyonên leşkerî yên Îsraîlêyên li ser Refahê rexne kirin.

Civîna G20 ya bi seroktîya Brezîlya de mijarên cîhanî yên wek şerê li Gaza û Ukrayna bi berfirehî hatin nirxandin.

Tevî ku di demên dawî de bangên jibo çareserîya du dewletî zêde dibin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hikûmeta wî ya koalîsyona rastgir damezrandina dewleteke Filîstînî bi tundî red dikin.

Rêvebirîya Amerîkî, ku hevalbendaserekî ya Îsraîlê ye, di rojên borî de dubare kir ku aştîyek mayînde li wê herêmê tenêbi çareserîya du dewletî pêkan e.

XS
SM
MD
LG