Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna G20 Îro li Buenos Aires ya Arjantînê Destpê Dike


Hilcivîna G20 ya 13’an, ku dê du rojan bidome, îro Înê li Buenos Aires ya Arjantînê destpê dike.

Di hilcivînê de dê rêberên dewletên ku 85 ji sedê aborîya cîhanî temsîl dikin kom bibin.

Beşdarên Hilcivîna G20, Afrîqa Başûr, Amerîka, Arjantîn, Awistralya, Almanya, Brezîlya, Brîtanya, Çîn, Hindistan, Erebîstana Saudî, Endonezya, Fransa, Îtalya, Japonya, Kanada, Koreya Başûr, Meksîko, Rûsya, Tirkîye û Yekîtîya Ewrupa (YE) ye.

Di sala 2017’an de Hilcivîna G20 li Hamburg ya Almanya li dar ketibû.

Serokê Amerîka Donald Trump di hilcivîna par de ser sîyaseta aborîya cîhanî nîqaş dabûn destpê kirin.

Di hilcivîna îsal de dê bala cîhanê li ser hevdîtina Trump û Serokê Çînê Xi Jinping be.

Her du rêber dê ser peymanên bazirganîyê danûstandinê bikin.

Trump berî hilcivînê dîyar kiribû jiber girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de wî hevdîtina bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re betal kiriye.

Qesra Sipî jî ragihandibû ku Trump dê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in re bi awayekî fermî necive.

Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman, piştî kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, dê bi Hilcivîna G20 ya li Buenos Aires cara pêşî beşdarî civîneke navneteweyî bibe.

Serokê Arjantînê Mauriccio Macri dîyar kir ku bo protestoyên kesên dijî Hilcivîna G20, 22,000 polîs hatine erkdar kirn.

Li ber e ku li Buenos Aires dijî Trump, Putin û Mihemed Bîn Salman protesto çêbin.

XS
SM
MD
LG