Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Karên Derve yên G-20'an Piştî Pandemîyê li Îtalya Dicivin


Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken di civîna koma G-20'an de
Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken di civîna koma G-20'an de

Wezîrên karên derve yên koma G-20'an îro Sêşemê li bajarê Matera ya Îtalya kom dibin.

Di civînê de, pandemîya vîrusa korona, guherîna jingehê û ewlehîya xwarinê mijarên sereke yên rojevê pêk tînên.

Wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken di axaftina xwe vekirina civînê de got ku jibo ku pandemî bidawî bibe, divê pirtir vaksîn were gihandinê heremen din yên cîhanê.

Blinken destnîşan kir ku hevkarîya piralî bo rawestandina vê krîza saxlemîyê ewê bibe qonaxa sereke.

Susannah Cooper, berpirsa Beşa Karûbarên Diravî ya li Ofîsa li Karûbarên Aborî û Karsaziyê, berî civînan ji rojnamevanan re axifî.

Cooper destnîşan kir ku bi armanca çareserkirina krîza jingehê, wezîr Blinken ewê endamên G-20 teşwîq bike ku bi hev re jibo encamên erînî û berbiçav bixebitin.

Hejayê bîr xistinêye ku wezîrê karên derve yên koma G20'an bi sedema pandemîya vîrusa korona, ji sala 2019'an vir ve cara yekê ye ku rûbirû dicivin.

XS
SM
MD
LG