Wezîrên derve yên koma G7'an îro Înê ragihand ku ew jiber "êrîşên berdewam yên Rûsyayê" yên dijî sivîlên Ukraynî pir bi fîkar in û ewê ji berpirsên van kiryarana jiber tawanên şer hesaban bipirsin.
Wezareta Derve ya Amerîka ser navê wezîrên derve yên G7’an daxuyanîyeke hevpar weşand.
"Em careke din bal dikşînin ku êrîşên çavkorkî ji hêla hiqûqa mirovahî ya navneteweyî ve têne qedexe kirin. Emê ji berpirsan jiber tawanên şer hesaban bipirsin, tevî dijî sivîlan karanîna çekan ya bi awayê çavkorkî. "
Wezîrên Derve yên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîkayê hevdem ji Rûsyayê xwest ku êrîşên li dordora santralên navokî yên Ukraynayê rawestîne.
Wezîrên derve yên G7'an herwiha dîyar kir ku welatên wan wê li hember êrişên Rûsî ragihandina pirtir toleyan bidomînin.
"Serok Putin, hikûmet û alîgirên wî û herwiha rejîma Lukashenka, berpirsên tevahî ya encamên aborî û civakî yên van toleyan e, " wezîran got.
Ji alîyê din ve, welatên G7'an soz dan ku ewê alîkarîya mirovah ya bo Ukraynayê zêde bikin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Brukselê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokê Konseya Ewrupayê Charles Michel re hevdîtin kir.
Blinken bang li hevalbend û hevkarên NATO'yê kir ku bo bersîvdana êrîşa Rûsyayê alav û pêdîvîyan bidin Ukraynayê.
Dagirkirina Ukrayna ya ji hêla Rûsyayê di asta cîhanê de tê şermezar kirin û welatên Rojavayî toleyên giran ragihandin ku aborîya Moskowê hilweşînin.