Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên G7 Ser Krîza Afganistanê Dicivin


Dîmeneke ji civîneke Rêberên Koma Heft'an (G7) (Arşîv)
Dîmeneke ji civîneke Rêberên Koma Heft'an (G7) (Arşîv)

Rêberên Koma Heft (G7) - Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Amerîka - îro Sêşemê civîneke onlaynî dar dixin da ku krîza Afganistanê nîqaş bikin.

Di rojeva civînê de, dirêjkirina dema kiryarên derxistina ji Afganistanê jî heye.

Serokê Amerîka Joe Biden berê 31'ê Tebaxê wek roja dawî ya vekişîna ji Afganistanê destnîşan kiribû .

Hefteyek berîya 31'ê Tebaxê, bi deh hezaran mirovên li Afganistanê hîn jî hewl didin ku bigehîjin Balafirgeha Navneteweyî ya Kabulê da ku ji welêt derkevin.

Dîplomatekî NATO ji Reuters re got ku welatên rojavayî di 10 rojên borî de nêzî 58,700 kes derxistine û xebatan bi rengekî lezgînîn didomînin daku heya 31'ê Tebaxê, kiryar derxistinê temam bikin.

"Her endamekî hêzên biyanî bi lez û bez dixebite ku pîvana demê pêk bîne," dîplomat got.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson berîya civînê daxuyaniyek da û got: "Ezê ji heval û hogirên xwe bixwazim ku piştgiriyê bidin gelê Afganî û piştgirî û alîkariya mirovahî yên bo koçberan, zêde bikin."

XS
SM
MD
LG