Wezîrên derve yên welatên Koma Heft (G7) îro Çarşemê li Tokyo bi daxuyanîyeke hevpar di şerê Îsraîl û Hamasê de banga navbereke mirovahî kirin.
Wezîrên G7 jibo ku alîkarî ji sivîlên li Gaza were peyda kirin û kesên dîl werin berdan ew bang bilind kir.
”Em piştgirîya navbereke ji şer re dikin û korîdorên mirovahî dixwazin kin da ku alîkarîya lezgîn bikin, sivîlan veguhezînin û azadkirina dîlan hêsan bikin,” daxuyanîyê got.
Dîplomatên payebilind yên G7’an piştî gotûbêjên du rojan koma çekdar Hamas şermezar kirin û mafê xweparastinê ya Îsraîlê dîyar kirin. Lê, wan herwiha bal kişandin ser pêwîstiya parastina sivîlan û pabendbûna bi qanûnên mirovahî yên navneteweyî.
"Divê hemû alî rê bidin alîkarîya mirovahî ya bêastengkirin ya bo sivîlan, di nav de xwarin, av, lênêrîna bijîşkî, şewit, sitargeh û peydakirina xebatkarên mirovahî," daxuyanîyê got.
Wezîran dîyar kir ku endamên G7 bi biryar in ku bo Gaza çareserîyên demdirêj amade bikin û herwiha di pevçûna Îsraîl-Filîstînê de li gor pîvanên lihevkirî yên navneteweyî, vegerandina pêyvajoya aştîyekê berfirehtir ava bike.
Wezîran got ku ew nêrîna ku "çareserîya du dewletan, ku rêya yekane ya aştiyeke dadmend, mayînde û bi ewle ye" parve dikin.
Ev daxuyanîya duyê ya hevbeş ya G7 ye, ji dema ku bi êrîşa çekdarên Hamasê ya di 7’ê cotmehê de ser başûrê Îsraîlê şer destpê kir û 1,400 kes hatin kuştin û nêzî 240 kes hatin revandin.
Piştî bersîva tund ya Îsraîlê jî li gor ragihandina karbidestên Filistînî heya niha zêdetirî 10 hezar kes li Gaza û Kenara Rojava hatine kuştin.
G7 ji Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Amerîka pêk tê û Yekîtîya Ewrupa(YE) jî di civînên komê de cîh digire.
Jêder: Reuters, AP