Qesra Sipî îro Duşemê dîyar kir ku rêberên welatên koma G7'an hevbîr bûne ku diravên ku ji baca bilind ya bazirganîya ser derfirotina berhemên Rûsî têne berhev kirin, divê wek alîkarîyê ji Ukrayna re were şandin.
Karbidestekî payebilind yê Amerîkî ser mijarê ji ajansa Reutersê axifî.
Wî got ku serok Joe Biden û rêberên din yên G7'an wê girtina biryarek biryarekî bixwazin da ku dahatên ku ji bacên nû ser kelûpelên Rûsî têne berhev kirin, bikar bînin da ku alîkariya Ukrayna bikin.
Wî herwiha got ku ew bi vê yekê dixwazin piştrast bikin ku Rûsya lêçûnên şerê xwe yê li Ukrayna bide.
G7 Wê Diravên ji Bacên Kelûpelên Rûsî bo Ukrayna bi Kar Bîne
