Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G7 Bang li Rûsya Dike ku Santrala Zaporizhzhia Radestî Ukrayna Bike


Wezîrên derve yên Koma Heft (G7)
Wezîrên derve yên Koma Heft (G7)

Wezîrên derve yên Koma Heft (G7) îro Çarşemê bang li Rûsya kirin ku kontrola santrala navokî ya Zaporizhzhia demûdest radestî Ukrayna bike.

Wezîrên derve di daxuyanîyeke de ku li Almanya hate weşandin de wiha gotin:

"Divê Federasyona Rûsya demûdest hêzên xwe ji nav sînorên Ukrayna yên ku di asta navneteweyî de hatine nas kirin vekişîne û rêzê li ax û serwerîya Ukrayna bigire."

Wezîran bi berdewamî dîyar kirin di wê çarçovê de, ew daxwaz dikin ku Rûsya demûdest kontrola santrala navokî ya Zaporizhzhia radestî xwediyê wê yê mafdar, Ukrayna bike.

Wezîrên G7’an herwiha gotin ku divê Rûsya tevahîya navend û avahîyên navokî yên di nav sînorên Ukrayna yên ku ji hêla civata navneteweyî ve têne nas kirin, radestî Ukrayna bike da ku ew karûbarên xwe yên bingehîn bi rengekî ewle bi cîh bînin.

XS
SM
MD
LG