Breaking News

G8: Qedafî Pêdivî ye Karvekêşana Xwe Bide

G8:  Qedafî Pêdivî ye Karvekêşana Xwe Bide
G8: Qedafî Pêdivî ye Karvekêşana Xwe Bide

Endamêt komela heşt welatêt hêzdar li cîhanê,daxwaza karvekêşana rêberê lîbî Muamer Qedafî diken, û heta 40 milyar dolaran dê harîkarya dene welatêt Erebî bo damezrandina dîmokrasiyê.

Ev têbînye li dûmahiya du rojêt kombûnêt heşt welatêt hêzdar li cîhanê hatine dan,ku li bajêrê Duaville li Fransa hatine kirin.

Pirsa ku dibêjnê serhildanêt Bihara Erebî li Rojhelata Naverast û li bakura Afrîqa, babetêt serekî yêt van kombûna bun. Belavnamê got Qedafî çi paşeroj nîne li lîbyayeka ezad û dîmokrasî, û pêdvî ye ew biçît.

Herwesa daxwaz kir ku dem û dest hêzêt Lîbî xurtiyê û zêdegaviya dijî xelkê sîvîl bidûmahî bînin.

XS
SM
MD
LG