Li ser 33 ciwanên di teqîna Sirûcê hatbûn kuştin, Belgefîlmek hat amadekirin. Derhêner Mustafa Emîn Buyukcoşkun filmê weke rêwitiya ciwanan binav dike.
Fîlim saetek didome û bi çavê rêwiyên otobêsê hatiye çêkirin. Malbatên qurbaniyên bajarên herêmê di galaya Amedê de hatin ba hev. Beriya galayê pêşengeha portreyên 33 ciwanan jî hat vekirin.
Dayikên dilşewat dema wêneyên zarokê xwe dîtin, girîyan. Her yek xwedan çîrokek cuda ye lê xanim Şemsa dayika Mûrat Yurtgul, dibêje çar sal in rojeke ku bê girîn derbas kiribin tuneye. Li
Ji hejî bîrxistinê ye ku dewletê li Stembolê galaya fîlmê qedexe kirîye.