Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gallant Dibêje Divê Vegerandina Rûniştvanan ji Bakurê Îsraîlê re Armanca Şer Be


Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant îro Pêncşemê daxwaza firehkirina armancên dîyarkirî yên şerê li Gazayê kir ku rûniştvanên li bakurê Îsraîlê bikaribin vegerin warên xwe ku jiber êrîşên Hizbullaha Lubnanê hatine vala kirin.

"Armanca me ya leşkerî li enîya bakur zelal e û divê em vegera ewle ya hemwelatîyên bakur ji malên xwe re misoger bikin. Ev armanc wê pêgirîya me ya tunekirina Hamasê û vegerandina hemwelatîyên dîlgirtî kêm neke."

Gallant, di civînekê de bi karbidestên payebilind yên leşkerî re, destketinên Îsraîlê yên heta niha li Gazayê nirxandin ku armanca wê tunekirina Hamasê û vegerandina dîlên Îsraîlî ye.

Wezîrê Îsraîlî got ku ewê pêşnîyara vegerandina rûniştvanên li bakurê Îsraîlê bîne pêş Serokwezîr Benjamin Netanyahu û kabîneyê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku jiber êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê jimareke bajarokên sînorî yên li bakurê Îsraîlê hatine vala kirin û rûniştvanên wan deran hîn venegerîne warên xwe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG