Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Pentagon Behsa Şerê Daişê li Sûriyê Dike


Adrian Rankine-Galloway

Di hevpeyvînekê de li gel kenalal el-Hurra, peyvdarê Pentagon general Adrian Galloway behsa şerê dijî Daişê kir li Sûriyê û her wiha piştgriya Amerîka bo rûniştvanên xwecihî.

Herçendî Daişê ber bi nemanê ve diçe, lê hîn pêwîstê bi gelek kar heye li wan navçeyan, li gor Galloway:

“Em bawerin hîn gelek kar maye bê kirin. Em niha kar dikin ji bo vegerandina segamgêriyê û xismetên bingehên bo bajrên wek Reqqa û hin cihên din li dirêjiya çemê Feratê. Ev navçe ji aliyê Daişê de wêran bûne, bumbeyên çandî li her cihekî hene, û erkeka mezin çavlirê ye ji bo paqijkirina wan. Em dixwazin piştrast bikin ku Daiş careka din nikare vegere.”

Di derbarê pêşketinên dijî Daişê li ser erdê, Galloway dibêje Hêzên Sûriya Demukrat HSD karbûn li navçeyên kontrolkirî bimînin, li tersî hêzên rêjîma Sûriyê ku gelek caran nikaribûn:

“Tiştekî balkêşe, dema li pêşketinên rastîn ên rêjîmê temaşe bike, ew gelekî bi serneketin ji aliyê kontrolkirina navçeyan ve. Di demekê de, HSDê serkeftinên berbiçav kirin. Wan bajarên wek Tebqa, Minbij û Reqayê rizgarkirin û karibûn wan bihêlin di bin kontrola xwe de û bispêrin encûmenên xwecihî da ku xizmetan ji pekhateyên wan re pêşkêş bikin.”

Li dor pêwendiyên navbera operasyonên ku Amerîka serkirdayetiya wan dike û yên ku Rûsya dike, Gallaway dibêje ew hewil didin piştrast bikin ku nakokî di navbera herdû aliyan de li wan navçeyan dernekevin holê :

“Pêwendî dibin ji bo piştrastkirina ku hêzên me û hêzên li ser erdê, operasyonan li heman cihî û di heman demê de nakin. Armanca hêla pêwendiyan ewe kêmkirina çi metirsyên ku bûyerên ne pilan kirî bibin û encamên kujer derkevin pêş.”

Li ser asta çareseriya demdirêja van navçeyan û her wiha şerê navxweyî yê Sûriyê, Galloway dibêje ew piştgiriya axaftinên Cinêvê dikin:

“Em piştgiriya wezareta derve ya Amerîka dikin ku di çarçoweya proseya Cinêvê de kar dike ji bo pirsgirêkên mezintir di çereserkirina şerê navxweyî yê Sûriyê de. Em berdewamin di baweriya xwe de li dor Sûriyeke yekgirtî û piştgiriya hewlên bidawîanîna vî şerî.”

Tê zanîn, 8 gerên Cinêvê û her wiha kombûnên Astana û Soçî, ta niha çi encamên berbiçav nedane pêş ji bo çareseriyeke siyasî ku hemî aliyên dijber ên Sûriyê li hev bikin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

XS
SM
MD
LG