Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gallup: Amerîkî ji Hêz û Pergala Hikûmetê Ne Razî Ne


Li gor encamên anketeke vê dawîyê, Amerîkî ji xebatên hikûmeta federal ne razî ne.

Gallup, ku sazîyeke anketê ye, ragihand ku tenê 34 ji sedê Amerîkîyan ji hêza hikûmetê ‘’pir’’ yan jî ‘’hindik’’ razî ne.

Gallup dîyar dike ku di navbera 2001 û 2008’an de rêjeya razîbûna ji hikûmetê ji van salan hîn zêdetir bû.

Di sala 2001’ê de, dema Dadgeha Qanûna Bingehîn seroktîya George W. Bush ragihand, 68 ji sedê Amerîkîyan ji pergala hikûmetê razî bûn, rêjeya kesên ji hêza hikûmeta razî ne jî 50 ji sedî bû.

Di sala 2001’ê piştî êrîşên terorî yên 11’ê Îlonê rêjeya razîbûna ji pergal û hêza hikûmetê rabû 76 û 60 ji sedî û di sala 2003’an de jinûve daket.

Di sala 2009’an de, dema rêvebirîya Bush bi dawî bû, razîbûna ji pergala hikûmetê 53 ji sedê bû û 41 ji sedê Amerîkîyan ji hêza hikûmetê razî bû.

Gallup’ê heta 2011’an ti anket nekirin û piştre razîbûna ji hêz û pergala hikûmetê daket. Tenê 29 ji sedê Demokratan piştgirîyê didin pergala siyasî ya niha û bi giştî 24 ji sedê Amerîkîyan ji pergal û hêza hikûmetê razî ne.

Komarî, li gor Demokratan ji hêz û pergala hikûmetê zêdetir razî ne. Di nav Komarîyan de niha razîbûna ji hikûmetê 34 ji sedê ye, di sala 2017’an de ew rêje 21 ji sedê bû û di sala 2016’an de jî 16 ji sedê.

Gallup da zanîn ku ewê di van salan da nêrînên Amerîkîyan yên ser hikûmetê di van salan de zû bi zû neguherin û jiber vê jî gelek sedem hene.

XS
SM
MD
LG