Hunermend û mûzîkjenê kurd Gani Mirzo ku bhtirî ji 25 alan li Berşelona/Ispaniya dijî, dest ji xwena xwe bernedaye ku karibe mûzîka kurdî bighîne astek bilindtir û baştir bi xebatên xwe yên bê hempa bi têkelbûna ritma kurdî bi ya ispanî û afirandina şêwazekî nûjen di mûzîka kurdî de.
Piştî ceng û şerê Sûriya destpê kir di sala 2011an de, bandorek pirr neyînî li Gani kir û ew bandor di berhmên wî de diyar bûn.
Dema ku sedana Qamişlo kir di sala 2015 de, zarok û rengê jiyanê bala wî pirr kişand bê çawa hêvî di nav cengê de şîn tên, ji ber wê wî xwest ku alîkariyê bike û rê li ber van hêviyan veke.
Li Ispaniya dest bi hilmeta danheva amîrên mûzîkê kir û ew şandin qamişlo , Kobanî û di dawiyê de jî navneda xwe ya bi navê Mizo Music li Xane Sorê li Şingalê vekir ji bo fêrbûna mûzîkê ji zarokan re.
Havelên wî yên derhîner Pablo Tosco û Migue Roth xwestin ku filimekî belgeyî çêbikin li ser vê piroja danheva amîrên mûzîkê û gîhandina wan destê zarok û gêncan li herêmên kurdî li Sûriya, ku di dawiyê de filimê bi navê Harmoniya Piştî Cengê amade bû û ronî dît bi alîkariya Rudaw..
Ev filim ta nuha dehên xelatan wergirtiye li Ispaniya û welatên din li cîhanê..
Ev Filim mînakek taybet ya hêvîyê ye di dema cengê de û çawa huner dibe alavekî bikêrhatî li dijî tundûtiojiyê û neheziyê .