Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ganî: Ez bo Xwîn Nerije ji Kabulê Derketim


Serokê Afganistanê Eşref Ganî ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dîyar kir ku bo xwîn nerije ew ji Kabulê derketiye.

Wezîrên Afganistanê, Ganî jiber ku gava Talîban roja Yekşemê ketibû Kabulê ji wî bajarî derketibû, bi tundî rexne kiribûn.

Ganî bi vîdeoyeke ji Facebookê hatiye belav kirin bersîv da wan rexneyan.

‘’Eger ez bimama, min dê xwîna rijandî bidîta.’’ Ganî got.

Di hin nûçeyan de hatibû îdia kirin ku Ganî gava ji Kabulê derketiye pereyên pir jî bi xwe re birine, lê wî ew îdia red kirin.

Ganî herwiha dîyar kir ku ew ser pêşnîyazên kabirdestên hikûmetê ji Afganistanê derketiye.

XS
SM
MD
LG